Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Aştîyê li Afganistanê Piştevanîya Danûstandinan Ligel Talîbanê Dike

Şandeyên Afganî li konferanseke Kabûlê, piştevanîya xwe bo pilana serok Hamid Karzayî diyar kir. Ew pilan daxwaza danûstandinan ligel Talîbanê dike, wek hewilek jibo dawî anîna neh salên şerî.

Nêzîkî 1,600 nûneran kombûna aştiyê ya sê rojî li paytexta Afganistanê roja Înî bi dawî anî. Wan biryar da jibo pêkanîna komîyosoneke ku rêveberîya bizavên destpêkirina danûstandinan ligel Talîbanê bike.

Biryara pêşinyar kirî diyar dike ku ew xirabkarên dixwazin parçek bin ji prosesa aştîyê, divê têkilîyên xwe ligel el-Qayîde û grûpên din yên têrorîstan, rawestînin.

Her wisa, biryar xweya dike ku milîtanên pişikdariya prosesa aştîyê dikin, wê ji lîsta têrorîstan ya Neteweyên Yekgirtî bihên vekêşan û daxwaz dike ku zîndanîyên bi çewtî ji aliyê hêzên Afganî û bîyanî hatin desteser kirin, bihên azad kirin.

Li dawîya kombûn, serok Karzayî daxwaz ji Talîbanê û grûpên din yên milîtanan kir ku şerî rawestînin.

Talîban jibo konferansa aştîyê ne hatibû daxwaz kirin û got ew tevlî danûstandinên aştîyê nabe, heta ku hemî serbazên bîyanî ji Afganistanê derkevin.

XS
SM
MD
LG