Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkara Ereb Dixwaze Plana Xwe Bo Sûrîyê Bibe NY


Komkara Ereb Dixwaze Plana Xwe Bo Sûrîyê Bibe NY
Komkara Ereb Dixwaze Plana Xwe Bo Sûrîyê Bibe NY

Komkara Ereb dûr nine daxwazê ji Civata Tenahiya Neteweyên Yêkgirtî bike pilana aştiya Komkara Ereb pesend bike bo hindê li Sûrîyê dawî bi tepeseriya tunûtîj li hemberî xwepêşanderên dijî hikûmet bê.

Serokwezîrê Qeter Şêx Hemed bin Casim bin Jabr el-Thanî roja Şemê got ku Sûrîyê bersîvdana xwe bi pêşniyaza Komkara Ereb bi direng têxit.

Wî got wezîrêmn derveyên welatên Ereb dê roja Çarşemê li Qahîre kom bin ku behsê li ser birina wê piêan aştîyê bo Civata Tenahiya N.Y. bikin eger Sûrîya nepejirînit wê pilanê cî bi cî bike.

Di nav axiftinên wê de diyar bû ku, ew her cure kiryarek leşkerî li dijî Sûrîyê wek bijarek Komakar Ereb veder dike.

Hevdem, bizavkaran got, hêzên ewlekarîyê roja Înê bi kêmî ve 4 kuştin, dema pirtir ji 200,000 kesan li dijî hikûmeta Serok Beşar Esed derketine kolanan.

Hikûmeta Sûrî jî îdîa dike ku alîgirên wê li rojavaya welêt xwepêşandanan dikin ku piştgirîya xwe ya jibo Esed nîşan bidin.

XS
SM
MD
LG