Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Kongo Encamên Hilbijartinê Red Dike


Serok Joseph Kabila li paytaxt Kansisga dengê xwe dide
Serok Joseph Kabila li paytaxt Kansisga dengê xwe dide

Partîya opozîsyona serekî ya Komara Demokratîk ya Kongo dibêje, ew encamên pêşîn yên hilbijartinê red dike ku nêzîkî 50 ji sedê dengan dide Serok Joseph Kabila.

Partîya Yekîtîya jibo Demokrasî û Pêşveçûna Civakî roja Şemîyê ragihand, ew pênasînê bi encamên ku heta niha hatine eşkere kirin, nake.

Partîya Yekîtîya jibo Demokrasî û Pêşveçûna Civakî karbidestên hilbijartinê bi xapandina civakê tawanbar kir. Partîyê got, bi eşkerekirina encamên ji deverên ku birêz Kabila xûrt e, karbidestên hilbijartinê hewil didin ku nîşan bidin dengên Kabila ji yê hevrikê xwe zêdetir e.

Berbijarê opozîsyonê Etienne Tshisekedi, tê texmîn kirin, nêzîkî 34 ji sedê dengan wergirtîye.

Komîsyona hilbijartinê dibêje, ewê encamên hilbijartinê li 6’ê vê mehê eşkere bike ku heman roj dema seroktîya Joseph Kabila dawî dibe.

XS
SM
MD
LG