Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Rewenda Kurdên Sûrîyê li Hewlêrê Destpê Kir


Kongreya Rewenda Kurdên Sûrîyê li Hewlêrê Destpê Kir

Pêşnîvroya roja Şemîyê, li bajarê Hewlêrê kongreya rewenda Kurdên Sûrîya li derve bi amadebûna hejmarek ji nûnerên alîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê û kesitiyên sîyasî û rewşenbîr û akademîsyen destpê kir ku dê jibo du rojan berdewam be.

Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di nav gotara xwe de li demê vekirina wê kongrê got, “me divê hûn Kurdên Sûrîyê bi awayekî azad biryara xwe bidin û xwe ji nakokîyan û tundûtîjîyê dûr ragirtin, emê jî piştgîriya we bikin. Lê, tenê mercê me bo hindê yekrêziya we ye û pêdivî ye xwe ji aqlîyeta hîzbayetîya tesk dûr bêxin. Hindî yekgirtî bin dê pêtir ji desteber kirina mafên xwe nêzîk bin”.

Li ser wê kongreya, peyamhinêrê Dengê Amerîka, Omer Ferhadî ji Hewlêrê raportek hinartîye. Jibo guhdarîkirina wê raportê li ser fayla deng klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG