Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kongo 10 Gundî ji Hêla Îslamîyên Gumanbar Hatine Kuştin


Leşkerên Kongoyî yên li heremekê ku welatiyên sivîl ji hêla çekdaran ve hatine kuştin (Arşîv)

Ajansa Reuters ji zarê şahidekî û du komên mafên mirovan ragihand ku di encama êrîşekî dijî êrîşekî li gundekî li rojhilatê Komara Demokratîk ya Kongo de, herî kêm deh gundî hatine kuştin.

Çavkanîyan da zanîn ku êrîşkaran bi kêr û çekên din şeva Yekşemê êrîşî gundê Bulongo ya li rojhilatê Beni kirine.

Mambo Kitambal, serokê komekî civaka sivîl ya li Bulongo dîyar kir ku li erdê 12 laşê gundîyan hebû.

"Em ditirsin ku hejmara kuştîyan zêde bibe bi taybetî jiber ku dijmin bi çend demjimêran êrîş kir. Qûrbanî bi tevir û kêran hatin kuştin, ” Kitambal got.

Paul Sakata, rûniştvanê Bulongo jî ragihand ku li gund, di bin baranê de wan xwişk û birayên wan bi kêran û teviran kuştin.

"Em xemgînin ku artêşê do êvarê bersîv neda ku ev metirsîya di nava mirovên li vê herema welêt xurt dike, yên ku destpê kiribûn ku bo aşitîyê hêvî bikin, " Sakata got.

Herwiha, çavkanîyan Hêzên Hevpeymanî yên Demokratîk (ADF), komekî milîtan ya Ugandî ku ji 1990'an vir ve li rojhilatê Kongoyê çalak e, tawanbar kirin.

ADF, ji dema ku artêşê di dawîya sala 2019'an de dijî rexistinê dest bi operasyonan kir ve, heya niha dijî sivîlan bi dehan êrîşên tolhildanê yên hovane, pêk anî..

Amerîka roja Çarşemê, ADF bi têkilîyên bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) re tawanbar kir û wek rêxistinekî terorîst ya biyanî destnîşan kir.

Lê, pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di derbarê têkilîyekî rasterast ya di navbera her du koman de delîl nedîtine.

L gor pêzanînên NY, sala borî nêzî 850 kes ji hêla ADF ve hatine kuştin.

Li heremên nêzî sînorên rojhilatê Kongo yên bi Uganda, Rwanda û Burundi dora 120 komên mîlîtan yên c ûda hene ke gelek ji wan ji şerên navxweyî mane ku bi fermî di 2003'an de bidawî bû.










XS
SM
MD
LG