Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Dijî NY de Kuştî û Birîndar li Komara Demokratîk ya Kongo Hene


Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî bingehên NY li Komara Demokratîk ya Kongo, 25 Tîrmeh, 2022
Dîmeneke ji xwepêşandanên dijî bingehên NY li Komara Demokratîk ya Kongo, 25 Tîrmeh, 2022

Li Komara Demokratîk ya Kongo xwepêşandanên dijî erka Neteweyên Yekbûyî (NY) berfireh dibin û herwiha gelek kuştî û birîndar hene.

Berdevikê hikûmetê Patrick Muyaya îro Sêşemê li ser Twitterê ragihand ku di xwepêşandanan de herî kêm 5 kes kes hatin kuştin û nêzî 50 kes jî birîndar bûne.

Muyaya got ku hêzên ewlekarîyê dijî xwepêşanderan gulebaranên hişyarîyê reşandine da ku êrîşên ser karmendên NY rawestînin.

Erka NY ya li Komara Demokratîk ya Kongo, ku bi navê MONUSCO tê zanîn, yek ji operasyonên herî mezin ya aştî ya cîhanê ye.

Bi sedan kesan do Duşemê rê girtin û sloganên dijminane bilind kirin, berî ku êrîşî bingeha hêzên aştîparêz yên NY û bingeheke dabînkirinê li Goma bikin ku bajarê serekî ya li eyaleta Kivu ya Bakur e.

Xwepêşanderan camên navendê şikandin û tiştên giranbuha talan kirin; dema ku helîkopteran karmendên NY ji navendê derxistibûn û hêzên ewlekarîyê gaza hêstir avêtin ku wan bidin sekinandin.

MONUSCO ev demeke dirêje tê rexne kirin û tawanbar kirin ku nikare pêşî li ber alozîya kujer ya li welêt ya bi dehan salan bigire.

Li Komara Demokratîk ya Kongo zêdetirî 120 komên çekdar hene û komkujîyên sivîl bir zêde ne û jiber pevçûnan bi mîlyonan mirov koçber bûne.

Alozî, bêaramî, pevçûn û kuştin tevî hebûna bi hezaran aştîparêzên NY berdewam in, ku di nav gel de dibe sedema hêrs û nerazîbûnan.

Khassim Diagne, cîgirê nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê NY li MONUSCO do Duşemê got ku hêzên aştîyê bo parastina sivîlan li wir in.

"Bûyerên li Goma nayên qebûlkirin û ew bi tevahî li dijî berjevandîya henî alîyan e," Diagne got.

9 xwepeşanderên dijî NY di dawîya 2019’an de hatin kuştin dema ku bajarên Beni û Butembo ji hêla Hêzên Demokrat yên Hevbend (ADF) ve hatin êrîş kirin.

Rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ), koma ADF wek hevkarê xwe yê Afrîqaya navendî bi nav dike.

Xwepêşandanên herî dawî piştî ku serokê Senatoyê, Modeste Bahati, di 15’ê Tîrmehê de li Goma ji alîgirên xwe re got ku MONUSCO divê "çenteyên xwe kom bike" destpê kirin.

Ew daxûyanîna bi vejîna koma milîs M23 hevdem pêk hat, ya ku berîya ku şer di Mijdara borî de jinûve dest pê bike bi salan bû bêdeng bû.

Serhildêrên M23 ji wê demê vir ve li rojhilata Kongoyê pêşveçûnên girîng bi dest xistine; di nav de girtina bajarokê Kîvu yê Bakurê Bunagana ya ser sînorê Uganda.

NY cara yekê di 1999’an de erkeke çavdêrîyê li Kongoya rojhilat bi cîh kir û niha nêzî 16.300 hêzên leşkerî yê MONUSCO hene û heya niha 230 leşkerên wê yên aştîparez hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG