Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Kongresa Amerîkî: Kurd Dewleteke Serbixwe Heq Dikin


Trent Franks
Trent Franks

Parlamenterê Arîzona yê Civata Nûneran Trent Franks dîyar kir ku Kurd, dewleteke azad û serbixwe heq dikin.

Franks ji Radio Sawa re da zanîn ku hebûna dewleteke Kurdan, ewê li Rojhilata Navîn îstiqrarekê çêke.

"Ez bawer dikim ku Kurd wek netewe dewleteke azad û serbixwe heq dikin û hêvî dikim ku ew bibin xwedîyê dewletekê" Franks got.

Parlamenterê Komarî dîyar kir ku Kurd di azadîyên olî û rêzgirtinê de, ji miletên din çêtir in.

Franks bi berdewamî da zanîn ku ew hêvî dike ku Kurd xweserîyên Xirîstîyan û Êzîdîyan jî biparêzin û ewê di rêya bidestxistina azadîyê de, piştgirîya bo Kurdan xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG