Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîka Careke Din Hate Vekirin


Avahîya Kongresa Amerîka (Capitol) îro Duşemê piştî ku şewateke piçûk ya li nêz derket jibo ewlehîyê qasî demjimêrekê hate girtin.

Hêjayê destnişankirinê ye ku Kongres ewê roja Çarşemê maldarîya merasîma sondxwarinê ya Serokê hilbjartî Joe Biden bike.

Polîsê Capitol di daxuyanîyeke de ragihand ku girtin hatîye akirin û şewata li nêz hatîye vemirandin.

Sazîya Ewlehîyê ya Veşartî ya Amerîka li ser Twitter'ê dîyar kir ku avahîya Kongresê (Capitol) jiber gelek hîşyarîyan bi demkî hat girtin.

" Li ser gel xeterîyeke tune ye, ” sazîyê got.

Polîsên Capitol zûtirîn gotibû ku wek tedbîrek berpirsê wan tevahîya herema Kongresê ku ji gelek avahîyan pêk tê, girtîye.

Hevdem, Beşa agirkujîyê ya bajêr li ser Twitter'ê ragihand ku şewata li nezî herema Kongresê hatîye vemirandin.

"Kes birîndar nebû ye. Ev ragihandina jibo dûmana ku pir kesan dîtîye tê kirin," beşê got.

Şahidên Reutersê dazanîn ku, rahênanên bo merasîma destpêkirina serotîya Joe Biden ya li Kongresê û cîhên din yên hundirîn de hatin parastin.

Hejayê bîrxistinê ye ku di 6' ê Berfanbarê de, dema ku civîna Desteya Hilbijeran serfirîzya Joe Biden ya di hilbijartinên seroktîyê ya di Mijdarê de didomya û Cîgirê Serok Mike Pence seroktîya civîn ê dikir, alîgirên serok Trump êrîşê Kongresê kirin.

Di encamê bûyêrên kûjer de tevî polîseke 6 kesan jîyanên xwe winda kirin.

Li Washingtonê ji vê demê vir ve rewşa hişyarîya bilind heye û 25 hezar hêzên Zerevanîya Netewî li bajêr hatinin bi cîh kirin.

Biden dê roja Çarşemê sond bixwe.


XS
SM
MD
LG