Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Partiya Komarî li Tampa Destpê Dike


Partiya Komarî ya Amerîkî roja Sêşemê kongreya niştîmaniya xwe li bajarê Tampa li wîlayeta Florida destpê dike.

Di vê kongreyê de, Partiya Komarî bi fermî Mitt Romney destnîşan dike wek kandîdê serokatî yê Komariyan li hilbijartina serokatî ya Amerîkayê.

Hevjîna Mitt Romney, Ann Romney û fermandarê New Jersey Chris Christie roja Sêşemê gotaran pêşkeş dikin.

Biryar bû ku kongreya Komariyan roja Duşemê destpê bike, lê belê jiber baroveke bihêz rojekê hate paşxitin.

Li hilbijartina meha 11, Romney rû bi rûya kandîdê Paritya Demokrat Serok Barack Obama dibe.
XS
SM
MD
LG