Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Paketa Alîkarî ya 900 Mîlyar Dolarî Pejirand


Paketa alîkarîyê ya vîrusa korona ya bi qasî 900 mîlyar dolarî, ku Demokrat û Komarîyên Amerîkî li ser li hev nekirin, bi dengdana li Kongresê hat pejirandin.

Demokrat û Komarîyan bo wê paketa alîkarîyê bi mehan danûstandin kirin.

Paket armanc dike ku firoşgeh û hemwelatîyên jiber vîrusa korona ketine rewişên dijwar alîkarîyên diravî bistînin û peyvajoya belavkirina vaksîna vîrusa korona jî hêsantir bibe.

Seba wê paketa alîkarîyê berê li Civata Nûneran dûre li Civata Senatoran dengdan çêbû.

Civata Nûneran li hember 53 dengan bi 359 dengan, Civata Senatoran jî li hember 6 dengan bi 92 dengan paket erê kir.

Ew paket di bernivîsa budçeya 2,3 trîlyon dolarî de ye û dê bo qonaxa dawî here ber destê Serok Donald Trump.

Qesira Sipî ragihand ku Serok Trump dê bernivîsê îmza bike.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku ew piştgirîya paketê dike, lê di paketê de alîkarîya rastexwe ya bo rêvebirîyên eyaletan yên herêmî tune.

Pelosi da zanîn ku piştî Serokê hilbijartî Joe Biden dest bi kar bike ewê jinûve ser wê daxwaza bo rêvebirîyên herêmî û yên eyaletan danûstandinan bikin.

Di paketê de 286 mîlyar dolar rastexwe bo alîkarîya aborîyê ye û 325 mîlyar dolar jî bo piştgirîya firoşgehên biçûk e.

Bi paketê dê heftane 300 dolar bo bêkaran were dayîn û piranîya hemwelatîyan jî dê alîkarîyeke rastexwe ya 600 dolarî bistînin.

XS
SM
MD
LG