Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê Endamên Berê yên Hikûmetê Girtin


Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê endamên berê yên hikûmetê girtin.

Berdevkê Konseya Leşkerî ya Demkî ya Sudanê Şemsetîn Şanto da zanîn ku serokwezîrê nû dê rikeberî dîyar bike û got ku ewê li gor wan tevbigerin.

Piştî protestoyên ji meha Berfanbarê vir ve dom dikirin, Serokê Sudanê Omer El Beşîr bi darbeyeke leşkerî ji desthilatê hatibû dûr xistin.

Artêşa Sudanê dîyar kiribû wan El Beşîr girtiye, lê nayê zanîn ku ew li kû ye.

Ji alîyê din ve xwepêşandanerên Sudanî didin zanîn ku heta rêvebirîyeke sivîl tê desthilatê ewê protestoyên xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG