Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Destûr Neda Parlementerên Alman ku Serdana Bingeha li Konya Bikin


Bingeha Încîrlîkê
Bingeha Încîrlîkê

Retuers’ê ragihand ku Tirkîyê destûr nedaye parlementerên Alman ku serdana bingeha NATO ya li Konya bikin.

Berdevkê Partîya Demokrat ya Sosyal Rainer Arnold dîyar kir ku daxwaza wan ya serdanê hatîye red kirin û bang li Serokwezîr Angela Merkel kir ku bo serdanê kiryarên pêwîst pêk bîne.

Li ber bû ku koma parlementerên Alman ya ji 7 kes pêk dihat, roja Duşemê biçûya Konya.

Wezîrên Karên Derve yên Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, di 5’ê Hêzîranê de, piştî hevdîtina bi hevtayê wî yê Alman Sigmar Gabriel gotibû ku parlementerên Alman ne Încîrlîk, lê dikarin serdana Konya bikin.

Tirkîyê berê jî destûr nedabû parlementerên Almanya ku serdana Încîrlîkê bikin û di navbera her du dewlet de girjîya dîplomatîk çêbûbû.

Ser krîzê, Almanya ragihandibû ku ewê 200 leşkerên xwe yên li Încîrlîkê vekişîne û bibe Urdunê.

XS
SM
MD
LG