Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Koreya Başûr Zêdebûna Pêketina Korona Didome


Navendên Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşî ya Koreya Başûr îro Çarşemê ragihand ku 267 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine dîtin û hejmara giştî ya pêketîyên wî welatî giheşt 20,449 kesan.

Navendên Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyê da zanîn ku hejmara giştî ya mirinan jî 326 in.

Ew herwiha dibêje ku 253 bûyerên nû pêketîyên herêmî ne, 187 ji wan jî li herêma metropolî ya Seul ya ku pir şenîbar e, ne.

Koreya Başûr ev roja 20'an ya serhev e ku rêjeya rojane ya pêketinan ji zêdetirî 100'î tomar dike û ev rewş karbidestên herêmî neçar dike ku pîvanên dûrahîya civakî yên xurt dîyar bikin.

Li Koreya Başûr ji serê meha borî vir ve, rêjeya bûyerên nû yên vîrusa korona bilind dibe. Pispor dibêjin ku bi piranî pêketinên nû bi cîhên mîna dêr, xwendingeh, xwaringeh û kombûnên gîştî re girêdayî ne.

Karbidestan hefteya borî li herêma Seulê tedbîrên bo xwaringehan xurt kiribûn û herwiha dêr, navendên sporê û cîhên ku bi şev vekirî ne girtin ku li vir tê tekoşîn kirin ku bûyerên nû were şopandin.

Bilindbûna rêjeya vîrusê di van rojên dawî de hinek daket, lê karbidestên saxlemîyê ji bîragiştî dixwazin ku pêgirî bi pîvanên dûrahîya civakî bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG