Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr 136 Pêketinên Nû yên Koronayê Radigihîne


Koreya Başûr îro Sêşemê 136 bûyerên nû yên pêketina koronayê ragihandin ku piranîya wan li dora paytext Seulê qewimîne.

Navendên Koreyî yên Kontolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan dîyar kir ku heta niha li Koreya Başûr 21,432 bûyerên tomarkirî yên pêketina korona hatine dîtin.

Navendê da zanîn ku di 24 seatên dawî de 5 nexweş ji korona mirin ku temenê wan navbera 75 û 90 salî bûn û bi hejmara giştî ya mirinan jî giheşt 341 kesan.

Navendên Koreyî yên Kontolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan bal kişand ku 100 ji pêketinên nû li herêma metropol ya Seulê qewimîn ku nîva şenîya wî welatî li wê derê dijî.

Herêma Seulê berî demeke kin tedbîrên pêşîgir jinûve xurt kiribûn ku belavbûna koronayê bixe bin kontrolê.

XS
SM
MD
LG