Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lehîyên Xurt li Koreya Başûr Zararên Mezin Çêdikin


Karbidestên Koreya Başûrî ragihand ku di encama lehîyên ku baranên giran bûne sedem de, pirtir ji 1,000 kes li neçar man ku malên xwe biterkînin.

Karbidestan ragihand ku bi kêmî ve 13 kes di lehîyan de hatine kuştin û 13 kesên din jî hinda bûn.

Bûyera mirinan li derdora paytext Seul qewimîn, piştî ku avên rabûyî trombîlên û otoban û pirên wî bajarî daqûrtandin.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in, bang li karbidestên xwecîhî û yên netewî kir ku pêşî li mirinên nû bigirin.

Ofîsa Moon ragihand ku ewê îro cîvîneke awarte li dar bixe ku rewşa heyî bi firehî binîrxîne.

Hikûmeta Koreya Bakurî jî hişyarîya lehî û avrabûnê da hemwelatîyên xwe û got ku li hîn deveran baranên gelek boş tên pêşbînî kirin.

XS
SM
MD
LG