Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Soza Bersîvdanake Xurt ji Gefên Bakur de Dide


Wezîrê Berevanîya Koreya Başûr sozê dide ku bersîveke xurt û girîng bide eger Koreya Bakur agirbesta di navbera her du welatan de ya 60 salî bişkîne.

General Kim Yong-hyun roja Çarşemê got, Seul amade ye êrîşî çavkanîya dijmintîyê bike, eger Koreya Bakur hêza leşkerî bikar bîne.

Roja Sêşemê, karbidestekî payabilind yê artêşa Koreya Bakur gotibû ku ji hefteya bê de Pyongyang nema pênasînê bi agirbesta sala 1953’ê dike ya ku dawî li şerê her du Koreyan anîbû.

Koreya Bakur her dem van şêweyên gefeyan dike dema ku dikeve nav girjîyê li ser girava Koreyî.

Lê, pispor dibêjin, dibe ku gefeyên vê dawîyê cidîtir bin, jiber ku ji alîyê karbidestekî payabilind hatine kirin û demeke destnîşankirî jibo wan hatîye danîn.
XS
SM
MD
LG