Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Dijî Êrîşên Elektronîk Asta Hişyarîyê Bilind Dike


Artêşa Koreya Başûr asta hişyarîya xwe bilind kirîye wekî bersîv bo êrîşeke elektronîk ku di encama wê de sîstema çend torên weşanê û bankên girîng têk çûne.

Wezareta Berevanîyê ya Koreya Başûr dibêje, ew dûr nabîne ku destê Koreya Bakur di vî karî de hebe. Koreya Bakur dîrokek di warê êrîşên elektronîk de li dijî Koreya Başûr heye.

Lê, Ajansa Înternet û Ewlekarîyê ya Koreya Başûr dibêje, heta niha ti belge tune ne ku ev êrîş ji derveyê welêt hatîye kirin.

Îro Çarşemê, piştî nîvro bi dema xwecihî ya Koreya Başûr sîstemên kompîterên sê televîzyonan bi kêmî hatin rawestandin. Her sê televizyon ev in, KBS, MBC û YTN.
Herwiha, kompîterên du bankên bi navê Shinhan û Nonghyup zîyan dîtine.

Berdevkê Serokê Koreya başûr Kim Haeng got ku hikûmetê vekolîneke berfireh jibo vê bûyerê destpê kirîye û gavên hember wê amade dike.
XS
SM
MD
LG