Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Helwesta Amerîka Dê Siberoja Danûstandinan Dîyar Bike


Koreya Bakur dîyar kir ku hevdîtinên bi Amerîka re dibe ku heta çend hefteyan jinûve destpê bike.

Pyongyangê da zanîn ku heta gefên dijî wan bi temamî radibin ewê dest ji çekên navokî bernedin.

Karbidestekî Wezareta Derve ya Koreya Bakur got ku civînên komxebatan yên bi Amerîka re dê siberoja bi wî welatî re dîyar bikin.

Wî karbidestekî dîyar kir ku helwesta Amerîka dê bo berdewamîya peywendîyan dîyarker be.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha Sibatê de li Vîetnamê kom bûbûn û dûre danûstandinên her du alîyan rawestîyabûn.

XS
SM
MD
LG