Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Du Muşekên Din Diceribîne


Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur du muşekên dûrîneyên wan kin ceribandine.

Li gor daxuyanîya karbidestên Koreya Başûr, muşekên ku ji rojhilata Koreya Bakur hatin firandin piştî 430 kîlometreyan ketin Derya Japon.

Berpirsekî Amerikî jî piştrast kir ku Koreya Bakur muşek ceribandine.

Wezareta Berevanî ya Koreya Başûr bang li Koreya Bakur kir ku ji kiryarên girjîya leşkerî kêm nakin dûr bisekine.

Koreya Bakur herî dawî di meha Gulanê de du muşek test kiribûn.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku dûrînîya muşekan kin e û dabû zanîn ku ceribandinên wisa zararê nedin peywendîya Amerîka û Koreya Bakur.

Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, di dawîya Hezîranê de li herêma bêçek ya di navbera her du Koreyan de hatibûn ba hevdu.

XS
SM
MD
LG