Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Du Muşekên Nû Ceribandine


Karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku Koreya Bakur di dawîya hefteyê de du muşek firandine û da zanîn ku tevî yekê jî rêvebirîya Washingtonê bo dîyaloga bi Pyongyangê re hazir e.

Du karbidestên ji rêvebirîya Biden gotin ku kiryarên muşekan yên dawî yên Koreya Bakur bi bandorên biçûk in û dîyar kir ku li gor biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî yên ser testên muşekan ew ne qedexe ne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê du karbidestên din yên Amerîkî dîyar kir ku Koreya Bakur du muşek firandine, lê ti hûrgilî neda.

Serok Joe Biden di serdana Ohio de li ser pirsa derbarê testên muşekan got ku ‘’Me bihîst ku pir tiştek neguheriye.’’

Karbidestekî payabilind da zanîn ku rêvebirîya Joe Biden bi awayekî berfireh li sîyaseta ser Koreya Bakur dinêre û ewê di rojên pêş de bi şêwirmendên ewlekarî yên Japonya û Koreya Başûr wê mijarê biaxifin.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ser ceribandinên dawî yên muşekan hîn ti daxuyanî nedaye.

XS
SM
MD
LG