Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Sîyaseta Biden Rexne Dike


Koreya Bakur ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden dijî Pyongyangê sîyaseteke ‘’dijminane’’ dimeşîne.

Rêvebirîya Biden ew demek e ew hewil dide ku stratejîya xwe ya dijî Koreya Bakur û bernameya wê ya navokî, dîyar bike.

Wezareta Derve ya Koreya Bakur dîyar kir ku daxuyanîyên Washingtonê raber dikin ku Biden dixwaze ‘’sîyaseta dijminane’’ bidomîne.

Biden hefteya borî gotibû ku bernameya navokî ya Koreya Bakur dijî ewlekarîya cîhanê gefan çêdike.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî dîyar kiribû ku Amerîka nirxandinên xwe yên ser sîyaseta bo Koreya Bakur temam kirine.

Psaki dabû zanîn ku Washington bo dîplomasîya bi Pyongyangê re hazir e û dîyar kiribû ku Amerîka û hevalbendên wê dê ewlekarîya xwe xurttir bikin.

Çaverê ye ku karbidestên Amerîka, Japonya û Koreya Başûr di rojên pêş de ser sîyaseta dijî Koreya Bakur bicivin.

Wezareta Derve ya Koreya Bakur di daxuyanîya xwe de gotara Biden ya li Kongresê bi bîr xist û dîyar kir ku gotinên wî yên dijî bernameya navokî nayê qebûlkirin.

Biden di gotara li Kongresê de dîyar kiribû ku bernameyên navokî yên Îran û Koreya Bakur dijî ewlekarîya Amerîka û cîhanê gefan çêdikin.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Qesira Sipî dê di rojên pêş de ser binpêkirinên mafên mirovan yên li Koreya Bakur nûnerekî erkdar bike.

XS
SM
MD
LG