Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Hemî Dibistanên li Seulê Jinûve Digire


Hikûmeta Koreya Başûr jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona hemî dibistanên li Seul ya paytext û dora wê girtin.

Wezareta Perwerde ya Koreya Başûr dîyar kir ku perwerdekirina onlayn dê heta 11’ê Îlonê bidome.

Bi tenê xwendekarên sala dawî yên lîseyê yên bo azmunên zanîngehê hazirîyê dikin dê karibin herin xwendingehan.

Koreya Başûr, ku jiber têkoşîna xwe ya dijî vîrusa korona ji alîyê hin dewletên din yên rewişa wan xirab ve hatibû şopandin, di meha Gulanê de qonax bi qonax dibistan vekiribûn.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Koreya Başûr bi qasî 18,000 kes bi vîrusa korona ketine û 310 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG