Lînkên eksesibilîtî

Koreya Bakur Muşekeke Balîstîk Firand Derya Japon


Koreya Bakur û Japonya ragihand ku Pyongyang, li rojavayê Koreya Bakur muşeke nû ya balîstîk ceribandîye.

Karbidestên Japonya dîyar kir ku muşek li Derya Japon ketîye xwarê.

Tevî toleyên navneteweyî jî Koreya Bakur xebatên xwe yên navokî û balîstîk didomîne.

Li gor daxuyanîyên Seul û Tokyo, muşeke dawî di 40 deqîqe de 930 kîlometre rê çûye.

Japonya da zanîn ku ceribandina nû ‘’provokatîf e’ û Pyongyang şermezar kir.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in bang li civata ewlekarî ya wî welatî kir ku demûdest kom bibe.

Muşekên ku Koreya Bakur niha diceribîne digihije Koreya Başûr ku li wî welatî hêza leşkerî ya Amerîka heye

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG