Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Koreya Başûr cara pêşî yek kuşt.
Covid-19 li Koreya Başûr heta niha ketiye canê 104 kesan û piranîya wan li Daegu ne.
Karbidestên Koreya Başûr bang li niştecihên Daegu dikin ku ew ji malên xwe dernekevin.
Li Daegu bingeheke leşkerî ya Amerîka jî heye.
Tevî leşker, sîvîl û malbatên wan bi qasî 10000 kes li wê bingehê ne.
Fermandarên bingehê ketinên hindurê bingehê sînordar kirin.