Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Tedbîrên Dijî Korona Jinûve Berfireh Dike


Parlama Koreya Başûr

Koreya Başûr dê jiber zêdebûna hejmara rojane ya pêketîyên vîrusa korona tedbîran jinûve berfireh bike.

Di 24 saetên dawî de, li Koreya Başûr 79 kes bi vîrusa korona ketine û ew di mehên dawî de hejmara rojane ya herî bilind e.

Koreya Başûr tedbîrên bo mesafeya civakî sist kiribûn û muze û dêr jinûve vebûbûn.

Herwiha, bi qasî 600 dibistanên Koreya Başûr vebûbûn û hikûmetê dûre biryar dabû ku bi awayekî onlayn perwerdekirinê bidomîne.

Karbidestên saxlemîyê yên cîhanê, Koreya Başûr jiber sîstema testên vîrusa korona û şopandina pêketîyên wê vîrusê wek mînakeke baş dibînin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê pirtir ji 11,000 kes bi vîrusa korona ketine û 269 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG