Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Pêketina Pêşî ya ji Vîrusa Korona Radigihîne


Ajansa nûçeyan ya Koreya Bakur, KCNA ji welêt pêketina pêşî ya vîrusa korona ragihand.

KCNA dîyar kir ku hemwelatîyekî Koreya Bakur yê sê salên berê revîye Koreya Başûr hefteya borî bi awayekî neqanûnî derbazî welêt bûye û li ser wî nîşanên vîrusa korona hatine dîtin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un û karbidestên ewlekarî û saxlemîyê roja Şemîyê bi şev civîneke demûdest li dar xistin û li Kaseng ya li ber sînorê Koreya Bakur qedexeya derketina derve ragihandin.

Koreya Bakur heta niha hîn ti car pêketina vîrusa korona ranegihandibû, lê pisporên saxlemîyê bal dikişînin ku ew vîrus li Çîn ya sînorê wî welatî derketiye û bi guman li nebûna wê vîrusê li wî welatî dinêrin.

Kim Jong Un di civîna roja Şemîyê de xwest ku ‘’sîstema awarte ya herî dijwar’’ were ragihandin û rê li ber belavbûna vîrusa korona were girtin.

Wî herwiha ferman da ku li kontrola li ser sînor were xurt kirin û berpirsên ku hiştine ew kesê qaçax derbaz bibe, bi giranî werin ceza kirin.

Sînorên Koreya Bakur di meha Adarê de hatibûn girtin û Kim Jong Un ser têkoşîna wan ya dijî vîrusa korona gotibû ku ew ‘’serketineke dibiriqe’’ ye.

XS
SM
MD
LG