Koreya Başûr dîyar kir ku zilamê ku Koreya Bakur wek pêketîyê pêşî yê vîrusa korona ragihandiye, bi vîrusê neketiye.
Koreya Bakur di dawîya hefteyê de dabû zanîn ku li welêt cara pêşî li ser yekî nîşanên vîrusa korona hatine tespît kirin.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bi karbidestên ewlekarî û saxlemîyê re civîneke demûdest li dar xistibû û rewişa awarte ragihandibû.
Li gor jêderên Koreya Bakur, ew zilamê ku li ser nîşanên vîrusa korona hatine tespît kirin, sê sal berê ji Koreya Bakur revîye Koreya Başûr û hefteya borî bi rêkên neqanûnî vegerîye.
Karbidestên Koreya Başûr dan zanîn ku ew zilam berê derbazî Girava Ganghwa ya li sînor bûye û di wir re jî bi rêka borîyê gemarê ketiye behrê û bi qasî 2 kîlometre avjenî kiriye û derbazî Koreya Bakur bûye.
Pisporê payabilind yê saxlemîyê yê Koreya Başûr Yoon Tae Ho ji dîyar kir ku ew zilam ne pêketîyê vîrusa korona ye û bi pêketîyên vîrusa korona re jî ti danûstandina wî çênebûye.
Koreya Bakur heta dawîya hefteyê jî hîn ti car pêketina vîrusa korona ranegihandibû, lê pisporên saxlemîyê bal dikişînin ku ew vîrus li Çîn ya sînorê wî welatî derketiye û bi guman li nebûna wê vîrusê li wî welatî dinêrin.