Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Du Muşekên Din Diceribîne


Koreya Bakur îro Pêncşemê du muşekên din ceribandin ku wî welatî bi vî awayî di vê mehê de cara şeşan muşek firandin.

Artêşa Koreya Başûr ragihand ku muşek bi saeta herêmî di 8’ê sibê de hatine ceribandin.

Du muşekên cuda ji axa Koreya Bakur ber bi derya li başûrê welêt hatine firandin.

Muşek ji jêr 20 kîlometre jortir bi qasî 190 kîlometre çûne.

Koreya Bakur di meha Rêbendanê de di 6 caran de bi kêmî ve 10 muşekên cuda firandine.

Wezareta Derve ya Amerîka do Çarşemê Koreya Bakur jiber ceribandina muşekan şermezar kir û bi bîr bist ku ew welat biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Rêvebirên Japonya û Koreya Başûr jî dibêjin ku Koreya Başûr bi ceribandina muşekan fikaran çêdike.

XS
SM
MD
LG