Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur 300 Hezar Dolar Alîkarî Dide Myanmarê


Xwenîşanderên Myanmarî yên dijî darbeyê

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Koreya Bakur ji Myanmarê re 300 hezar dolar alîkarî şandiye.

Ew alîkarî ji 2005’an ve arîkarîya pêşî ya Koreya Bakur ya li derveyî welêt e û bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî (NY) çêdibe.

Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku Koreya Bakur ew arîkarî di 24’ê Gulanê de daye Fona Alîkarîya Mirovî ya Myanmarê.

Artêşa Myanmarê hikûmeta Aung San Suu Kyi ya hilbijartî di meha Sibatê de gêr kiribû, protesto bi awayekî xwînî pûç kiribûn û di encama pevçûnan de bi sedan kesan canên xwe ji dest dabûn.

NY bo Myanmarê, ku bi vîrusa korona re jî bi awayekî giran rûbirû maye, banga 276 mîlyon alîkarî dike.

Koreya Bakur herî dawî di sala 2015’an de jiber tsunamîya Endonezya, Hîndistan, Tayland, Malezya, Maldîv û Srî Lanka dabûn ber xwe alîkarî pêşnîyaza NY’ê kiribû.

Koreya Bakur û Myanmarê ji berê de de di peywendîyê de ne û li gor çavdêrên NY’ê Pyongyangê çek jî dane wî welatî.

XS
SM
MD
LG