Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmeke Koreya Başûr Mora Xwe li Şeva Xelatên Oscarê Xist


Xelatên Akademî ya 92’yan bi merasîmeke li Los Angeles ya Amerîka hat dayîn.

Di dîroka Xelatên Akademî de, ku wek Xelatên Oscar tê naskirin, cara pêşî fîlmeke ku bi ne bi Îngilizî ye xelat wergirt.

Fîlma ‘’Parazît’’, ku derhênerê wê Bong Joon Ho ye û ya Koreya Başûr e, xelatên fîlma herî baş, derhênerê herî baş û fîlma herî baş ya navneteweyî wergirtin.

Bong Joon Ho, derhênerên wek Martin Scorsese, Todd Phillips, Sam Mendes, Quentin Tarantino derbaz kirin û xelat sitand.

Wî dema xelat ji destê lîstikvana Îspanyol Penelope Cruz wergirt got ‘’Îşev êdî bo vexwarinê hazir im.’’

Xelata lîstikvanê mêr yê herî baş, ji fîlma ‘’Joker’’, Joaquin Phoeix, xelata lîstikvana jin ya herî baş, ji fîlma ‘’Judy’’, Renée Zellweger sitand.

Xelatên Oscarê yên sereke wisa ne:

Fîma Herî Baş: Parazît

Derhênerê Herî Baş: Bong Joon Ho, Parazît

Lîstikvanê Herî Baş: Joaquin Phoenix, Joker

Lîstikvana Herî Baş: Renée Zellweger, Judy

Lîstîkvanê Alîkar yê Herî Baş: Brad Pitt, Once Upon A Time in Holyywood

Lîstikvana Alîkar ya Herî Baş: Laure Dern, Marriage Story

Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş: Parazît

Fîlma Anîmasyon ya Herî Baş: Toy Story 4

Belgefîlma Herî Baş: American Factory

Senaryoya Resen ya Herî Baş: Parazît, Bong Joo Ho, Han Jin Won

Senaryoya Lêanînê ya Herî Baş: Jojo Rabbit, Taika Waititi

Muzîka Resen ya Herî Baş: Joker, Hildur Gudnadottir

Strana Resen ya Herî Baş: Love Me Again, Rocketman

XS
SM
MD
LG