Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur: Putin Dê Serdana Pyongyangê Bike


Ajansa fermî ya Koreya Bakur, KCNA ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin vexwendina serokê welêt Kim Jong Un pejirandîye û dê serdana Pyongyang ya paytext bike.

KCNA da zanîn ku Kim Jong Un, Putin roja Pêncşemê di hilcivîna li Vladivostok ya Rûsya de vexwendiye.

Di nûçeyê de bi berdewamî de hat ragihandin ku Kim Jong Un ji Putin re gotiye ku aştî û ewlekarîya li Nîvgirava Kore girêdayî helwesta Amerîka ye.

Kim Jong Un û Putin, piştî hilcivîna li Vladivostok daxuyanîyên erênî dabûn û Putin dîyar kiribû ku bo Koreya Bakur çekên navokî pûç bike divê garantîyên ewlekarîyê yên navneteweyî werin dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokê Amerîka Donald Trump û Kim Jong Un li Hanoî ya paytexta Vîetnamê kom bûbûn, lê ji hevdîtina wan ti encama erênî derneketibû.

XS
SM
MD
LG