Koreya Bakur îro Pêncşemê îda kir ku wê firîna duyê ya ceribandina serketî ya mûşekeke hîpersonîk pêk anîye.
Ev agahî çend roj piştî ku serokê welêt Kim Jong Un soz da ku ewê hêzên xwe yên leşkerî tevî dijwarîyên jiber pandemîyê xurt bike, hat ragihandin.
Ajansa Navendî ya nûçeyan ya fermî ya Koreyê got ku Komîteya Navendî ya Partîya Karkeran ya desthilatdar e bo encamên ceribandina mûşekê "kêfxweşîyeke mezin"nîşan daye.
Hevdem, firîn ji hêla berpirsên sereke yên çekan ve jî hatiye şopandin.
Firîna mûşeka hîpersonîk ya roja Çarşemê, di nav du mehên dawî de Firîna yekê ya ceribandina çekan ya Koreya Bakur e.
Herwiha, ev yek nîşan dide ku ewê welêt planên nûjenkirina cebilxaneyên xwe yên navokî û mûşekan bidomîne li şûna ku di demeke nêz de vegere danûstandinên bo bêçekkirinê.