Lînkên eksesibilîtî

Tillerson: Koreya Bakur Dixwaze Gefa li Dijî Amerîka Zêdetir Bike


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku muşeka dawî ya ku Koreya Bakur ceribandîye, muşekeke balîstîk ya navparzemînî ye.

Tillerson dîyar kir ku Koreya Bakur bi ceribandina muşekan dixwaze gefa li dijî Amerîka zêdetir bike.

‘’Washington, bi ti awayî Koreya Bakur ya ku xwedîyê çekên navokî ye napejirîne’’ Tillerson got.

Koreya Bakur roja Yekşemê muşekeke nû ceribandibû û muşek li Derya Japon ketibû.

Pyongyang, pêr Duşemê ragihandibû ku muşeke balîstîk ya navparzemînî bi awayekî serkeftî hatîye firandin.

Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku muşekên Koreya Bakur dikarin bigihejin Alaska, lê ew nikarin armancên xwe yên dûr pêk bînin.

Çend demjimêr piştî ceribandina Koreya Bakur, Amerîka bang li Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî kir ku demûdest kom bibe.

Li ber e ku 15 endamên civatê îro Çarşemê bicivin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG