Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Axaftina Trump Bi Tundî Rexne Dike


Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho
Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho

Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho, ser axaftina Serokê Amerîka Donald Trump ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku dişibe ‘’ewtîna kûçikan’’

Donald Trump, pêr Sêşemê li Civata Giştî ya NY dabû zanîn ku ger gefên Koreya Bakur bidomin, ewê wî welatî ji holê rakin.

Koreya Bakur, piştî du roj bersîva axaftina Trump da. Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri Yong-ho, li New Yorkê ji rojnamevanan re got ku ‘’gotineke navdar heye: Ku kuçik biewtin jî, merasîm dewam dike’’

‘’Ger Trump bi dengên wek ewtîna kûçikan hewil dide me şaş bike, bi rastî jî xeyalan dibîne,’’ Ri Yong-ho got.

Koreya Bakur, tevî toleyên NY’ê jî ceribandina bombe û muşekên navokî didomîne.

Trump ser ceribandinên Koreya Bakur gotibû ‘’zilamê roket xwe dikuje’’ û qerfên xwe bi serokê wî welatî Kim Jong-un kiribû.

Ri Yong-ho ser gotina ‘’zilamê roket’’ jî dîyar kir ku ew bo ‘’hevalbendên Trump xemgîn e’’.

Li ber e ku Ri Yong-ho sibê Înê li Civata Giştî ya NY’ê axaftinekê bike.

XS
SM
MD
LG