Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Koreya Bakur bo Aştîyê Amade Ye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew bawer dike ku Koreya Bakur êdî bo aştîyê amade ye.

Serokê Koreya Bakur Jong Un dabû zanîn ku ew dixwaze bi Trump re hevdîtinekê bike.

Trump, li mitîngeke li Pennsylvania da zanîn ku ‘’êdî wext hatiye’’

‘’Çekên navokî yên Kim li her derê lê ewê êdî muşekan nefirine. Gava ez û Kim civîyan yan ezê hema ji maseyê birevim yan jî emê rûnin peymana herî baş ya cîhanê çêkin’’ Trump got.

Trump da zanîn ku wî daxwaza hevdîtinê ya Kim pejirandîye û ew bir her awayî qebûlkirineke dîrokî ye.

Serok Trump da zanîn ku ne Obama, ne jî Bush û Clinton tiştekî wisa kirine û ew bawer dike ku ewê bi Koreya Bakur re peymaneke serkeftî îmza bikin.

XS
SM
MD
LG