Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê BBC Hayes ji Koreya Bakur Hat Derkirin


BBC correspondent Rupert Wingfield-Hayes
BBC correspondent Rupert Wingfield-Hayes

Raporvanê Brîtanî yê ku li Koreya bakur hatbû desteserkirin roja Dûşemê desthiltdarên Koreya Bakûr biyara derxistina wî ji welat dan û nabe cardin ew serdana Koreya bakur bike.

Rupert Wingfield-Hayes, ew û hevkarê xwe jibo karê rojnamevanî roja înê, çû bûn Koreya bakur, lê ew her li dema gehiştinê li frîngehê hatbû desteserkirin.

Rupert Wingfield-Hayes ji aliyê desthilatdarên Korî de bi tawana (Binpêkirina kerameta welêt) hatbû girtin, li frîngeha Pyongyang hatbû desteserkirin û 8 seatan lijêr lêpirsînê de bû.

O Ryong Il. gotebêjê Komîta aştiya niştîmanî ya koreya bakur, da zanîn ku, raportvanê BBC, di nivîsên xwe de rastiyên welatê wan guhertine û gotinên nebaş derheqa rêbertiya Koreya bakur de nivîsandine, jiber van sedeman wan biryar da ku, wî ji welat derken û cardin ketina wî ya nav axa Koreya bakur hatiye qedexekirin.

Rupert Wingfield-Hayes rojnamevanê BBC ye, ew û tevî 100 rojnamevanên biyanî çû bûn Koreya bakur da ku, Kongireya partiya desthilatdar bi şopînin, ya ku piştî 36 salan bo cara yekê li paytext Pyongyang hat lidaxistin, lê rojnamevan nikarîbûn di Kongrê de amade bibin, wan li dervey avahiyê kongre di şopandin.

Di Kongirê de rêberê welat Kim Jong Un, liser gelek mijaran axift û got ku, ew çekê Atomî li dij çi welatan bikar neîne, bi tenê eger welatekî xûdan çekê Atomî êrişî wan kir, wî çaxî ew neçar dimînin, herwiha wî soza da ku li gel Koreya başur pitir bikeve di nava têkiliyan de û rewşa aburî ya welatê xwe pêş bêxe.

XS
SM
MD
LG