Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî jiber Ceribandina Mûşeka Koreya Bakurî bi Awarteyî Dicive


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, li ber e ku îro Duşemê civîneke awarte li dar bixe û ceribandina mûşeka balîstîk ya Koreya Bakur gotûbêj bike.

Rûniştina taybet ku li ber e îro paşnîvro were kirin, ji alîyê Amerîka, Japonya û Koreya Bakur hate xwestin.

Koreya Bakur sibeha Yekşemê muşekek avêtibû û karbidestên wî welaatî ragihandibû ku ew mûşek heta 500 km çûbû, berî ku li Derya Japonî danabû.

Ajansa dewleta Koreya Bakurî ceribandin pîroz kir û got ku "sîstema sîlahan ya stratejîk ya bi rêbaza Koreyî” û bal kişand ku ew ceribandin bi çavdêrîya rêberê wî welatî Kim Jong Un hate kirin.

XS
SM
MD
LG