Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Jibo Amerîka Rîska Herî Mezin Koreya Bakur E


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un

Serokê Amerîka Donald Trump da zanîn ku ku gumana şerekî bi Koreya Bakur re heye, lê ew dixwaze girjîya bi wî welatî re bi rêkên siyasî çareser bibe.

Trump ji Reuters’ê re ragihand ku tevî ku Amerîka di mijara Koreya Bakur de çareserîyên dîplomatîk dixwaze jî ew rêkeke zor e.

Serokê Amerîka, derbarê Serokê Koreya Bakur Kimg Jong Un dîyar kir ew dixwaze wî wek şexsekî maqûl bifikire.

‘’Dema 27 salî ye bavê wî dimire û ew dibe serok. Çi dibêjin bibêjin, lê ne tiştekî hêsan e. Hela di wî temenî de. Ez nabêjim tiştên ew dike rast in. Tenê dibêjim ku tiştên zor in.’’ Trump got.

Di hevpeyvînê de Trump eşkere kir ku jibo Amerîka rîska herî mezin Koreya Bakur e.

Rêvebirîya Trump, roja Çarşemê 100 endamên Senato vexwendibûn Qesra Sipî û derbarê Koreya Bakur birîfîngek li dar xistibûn.

Trump bi berdewamî da zanîn ku hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping, di mijara Koreya Bakur de dixwaze alîkarîya Amerîka bike ku ew naxwaze kuştin çêbin.

Trump û Xi, di serê Nîsanê de li Florîda civîyabûn.

XS
SM
MD
LG