Koreya Bakur ragihand ku ew hizira cemidandina danûstandinên bi Amerîka re û rakirina qedexeya ser ceribandinên balîstîk û navokî dike, ger Washington pêngavên berbiçav nevêje.
Cîgira Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Choe Son Hui, bi zimanekî tund rexne li hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo kir û ew bi têkçûna hilcivîna navbera Kim û Trump tawanbar kir.
“Nîyeta min tune ku em bi ti awayî daxwazên Amerîkî yên di hilcivîna Hanoi de bi cîh bînin û em naxwazin ku danûstandinên wiha bidomînin,” Choe ji ajansa TASS ya Rûsî re got.
Wê bi berdewamî got ku Pompeo û şîretvanê netewî yê Amerîkî John Bolton atmosfera neyartî û nebawerî afirandine û rê li ber hewilên girîng yên Kim û Trump girtine ku danûstandineke avaker pêkl bînin.
Pompeo li Washingtonê gotibû ku Amerîka dixwaze danûstandinên ligel Koreya Bakur bidomîne û mafê wê heye ku derbarê sozên Kim Jong Un xwedî bendewarî be û dest bi ceribandinên navokî û muşekan neke.