Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Koreya Bakur: Kim Jong Un Beşdarî Merasîma Vekirina Kompanîyekê Bû


Medya fermî ya Koreya Bakur, KCNA ragihand ku serokê welêt Kim Jong Un roja Înê beşdarî merasîma vekirina kompanîyekê bûye.

Li gor nûçeya KCNA, Kim Jong Un di merasîmê de qurdele birîye û gel bi kêfxweşî pêşwazîya wî kiriye.

Kim Jong Un herî dawî di 11’ê Nîsanê de beşdarî civîna Partîya Karkeran ya Koreya Bakur bûbû.

Jiber nexuyabûna Kim Jong Un, li ser wî mirin jî di nav de hin spekulasyon belav bûbûn.

Rojnameyên Koreya Başûr îdia kiribûn ku Kim Jong Un di 12’ê Nîsanê de ji dil operasyon derbaz kiriye û dûre rind nebûye.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku nûçeyên ser nexweşîya Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ne rast in.

‘’Peywendîyên me û Koreya Bakur rind in. Peywendîya me û Kim Jong jî baş e. Ez hêvî dikim ku rewişa wî baş e.’’ Trump gotibû.

XS
SM
MD
LG