Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Muşekeke Din ya Kurtavêj Daveje


Koreya Başûr dibêje, Koreya Bakur muşekeke kûrtavêj avêt nêzîkî peravên wê yên rojhilat, wek bersîvdana toleyên nû yên aborî û hîndarîya leşkerî ya hevbeş ya Amerîkî û Koreya Başûrî.

Serokerkanîya Koreya Başûrî ragihand ku muşek derengîya Sêşemê, li nêzîkî bajarê Wonan ya Koreya Bakurî hat hinartin û dora 200 kîlometre firî, berî ku bigeheje armanceke li erdê.

Ev çend hefte ne Pyongyang gefan dike ku hember hîndarîyên leşkerî yên Amerîkî, êrîşên navokî li hember Washington û Seul bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Koreya Bakur hîndarîyên hevbeş yên leşkerî yên Amerîkî û Koreya Başûrî wek amadekarîya dagirkirina axa xwe dibîne û nerazîbûnên xurt nîşan dide.

XS
SM
MD
LG