Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur jibo Bîyanîyan Sansura Ser Medyaya Civakî Radike


Di vê hefteyê de, bîyanî li Koreya Bakur dikarin malperên Twitter, Facebook û malperên din yên medyaya civakî bi rêya telefonên xwe yên mobîl bikar bînin.

Pêleke agahîyên li ser Twitter û wêneyên li ser Instagram ji Koreyê hatine derxistin, piştî ku kompanyaya Koryolink tora xwe ya 3G ya nesansûrkirî ragihand.

Ev gav hate kirin, çend hefteyan piştî ku Koreya Bakur bi awayekî neçaverêkirî ragihandibû ku ewê rê bide kesên bîyanî telefonên xwe yên mobîl bînin nav welêt.

Koreya Bakur berê li bîyanîyan ferz dikir ku alavên xwe yên peywendîyê, derbazî welêt dibûn, li gumrikê deynin.

Dihate zanîn ku Koreya Bakur piranîya malperên gelêrî sansûr dikir û rê nedida hemwelatî û bîyanîyên ku li welêt dijîn hemî malperan vekin.

Hinek pispor bawer dikin ku ev yek nîşana hêvîyekê ye ku serokê nû Jim Jong Un hêdî hêdî sansûrê ji ser bikaranîna înternetê rake.
XS
SM
MD
LG