Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Hişyarî Dide Koreya Bakur ki Cîhanê Nevêje Rewşeke Xeter


Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di axaftina xwe ya telefonî de, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon re got ku Pekîn dê nehêle ku kesek li ber derîyê wê arîşeyan çêke.

Serokê Çînê Xi Jinping jî hişyarîyên heman rengî dide û dibêje, mafê ti welatî tuneye ku jibo berjewendîyên xwe, herêmekê û cîhanê giştî bavêje rewşeke xeter.

Ne şîroveyên Xi Jinping, ne jî yên Wang Yi bi vekirî qala Koreya Bakur dikin, bi sedema ku Çîn naxwaze rasterast rexneyan li Pyongyang’ê bike.

Serokê Amerîka Barack Obama jî hişyarî dabû Koreya Bakur û xwestîbû ku Pyongyang dev ji zimanê şerxwaz berde.

Serok Obama piştî hevdîtina xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li Qesra Sipî, gotibû ku divê rêberên Koreya Bakurî dawî li gefên xwe yên navokî bînin.

Serok Obama herwiha dîyar kiribû ku Amerîka hemî gavên pêdivî bavêje ku hem xwe, hem jî hevalbendên xwe biparêze.

“Niha dem hatiye ku Koreya Bakur dawî li helwesta xwe ya tund û zimanê xwe yê şerxwaz bîne û girjî û reqbûna heyî nermtir bike. Kesek naxwaze li Nîvgrava Koreyê şerek bibîne,” Serok Obama gotibû.

Birêz Obama dîyar kiribû ku derîyê li ber çareserîyeke dîplomatîk vekirî ye, lê wî hişyarî dabû ku Amerîka dê xwe li hember kiryareke leşkerî ya Koreya Bakurî biparêze.
XS
SM
MD
LG