Karbidestê payabilind yê Koreya Bakur Kim Yong Chol dijî Serokê Amerîka Donald Trump gotinên giran kirin.
Chol dîyar kir ku ger Trump şiroveyên xwe yên ‘’şaş û bi metirsî’’ bidomîne, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dikare fikrên xwe yên ser lihevkirina bi Amerîka re biguherîne.
Kim Yong Chold ser Trump got ku ‘’kalekî bêsebir e’’ û da zanîn ku ti tiştekî ku Koreya Bakur hinda bike tune.
Serokê Amerîka Donald Trump, Koreya Bakur ser ceribandina muşekan rexne kiribû û dîyar kiribû ku ger ew vê helwesta xwe bidomînin ew dikarin her tiştî hinda bikin.