Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un: Emê Çeka Nû ya Stratejîk Bidin Nasîn


Ajansa nûçeyan KCNA ya Koreya Bakur ku ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un dibêje ew dê bernama navokî didomînin.

Kim Jong-un roja çareşemê daxuyanîyek belav kir û da zanîn di demek nêz de danasîna çekek nû ya 'stratejîk' dikin.

Li gorî ajansa KCNA, salek dabûn pêş Washingtonê jibo carek din dest bi mizakereyên prosa bê çekên navokî bikin. Ajans destnîşankir sal temam bûye.

Kim Jong-un di civîna bi rêvebirên Partiya Karkeran îda kir Amerîka di nav salê de jibo sivikirina toleyan tiştek nekiriye. Di ciyê ku dest bi prosa mizakereyan bikin, ewê rêyêke nû biceribînin.

XS
SM
MD
LG