Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Koreya Bakur û Sûrîyê li Şamê Kom Bûn


Serokê Sûrîyê Beşar Esad û şandeya Koreya Bakur (arşîv)
Serokê Sûrîyê Beşar Esad û şandeya Koreya Bakur (arşîv)

Wezîrên derve yên Sûrîyê û Koreya Bakur li Şamê kom bûn.

Wezareta Derve ya Sûrîyê ragihand ku Wezîrê Derve yê Koreya bakur Ri Yong Ho, jiber ku hevtayê wî yê Sûrî Welîd El-Mualîm li hember toleyên aborî yên dijî Pyongyangê derketîye, spasîya wî kiriye.

Mualîm jî dîyar kir ku ew jiber piştgirîya Koreya Bakur ya di civînên navneteweyî de spasdar in.

Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dikin ku peywendîya di navbera her du dewletan de asta dîplomasîyê derbaz kiriye.

Wan di meha Sibatê dabû zanîn ku Koreya Bakur bi Sûrîyê re hevkarîya çekên kîmyayî dike, lê Pyongyangê ew îdia red kiribû.

Şandeyeke parlamenteran ya Sûrîyê di meha Cotmehê de serdana Koreya Bakur kiribûn.

XS
SM
MD
LG