Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr ji Gefên Bakur Nerazî ye


Seroka Koreya Başûr Park Geun-hye
Seroka Koreya Başûr Park Geun-hye îro Înîyê xem û nerazîbûna xwe li ser gefên Pyongyang dîyar kir.

Birêz Park di axaftineke de, li akademîyeke leşkerî got, ew dê bi bi awayekî herî karîger bersîvdana gefên Koreya Bakur bidin.

Xanim Park got, rewşa heyî pir xeter e, rojekê piştî ku Pyongyang ragihand ku ew dê hemî peymanên navokî yên bi Koreya Başûr pûç bike.

Gefên Koreya Bakur li wê demê hatibû ku Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, wekî bersîvdana ceribandina navokî ya wî welatî, bi yekdengî tole û cezayên nû li ser Koreya Bakur erê kiribû.

Biryara Civata Ewlekarîyê bi piştgirîya Çînê hatibû wergirtin ku ew welat hevalbendeke dîrokî ya Pyongyang e.

Koreya Bakur roja Pêncşemê gefa êrîşeke navokî ya pêşîgir ya dijî Amerîkayê kiribû.

Wezareta Derve ya Koreya Bakurî do Pêncşemê îdîa kiribû ku mafê wê heye li hember “navenda êrîşkaran”, êrîşeke navokî ya pêşîgir bike.

Koreya Bakur herwiha gotibû ku ev gav pêdivîbû jiber ku Amerîka dike dest bi şerekî navokî bike.
XS
SM
MD
LG