Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Bişar: Ev Demek Tengav E û Alîkariya Civakî Erkê Her Kesî Ye


Muhammad Bashar

Ji ber rewşa abûrî ya tengav li herêmên Kurdî li Sûriyê, civak rastî pirsgirêkan tê, lê belê karên takekesî ji aliyê civakê dibin ji bo alîkariyê û piştgirtina civakê di vê dema hestyar de ji ber nexweşiya vîrûsa korona.

Li bajarê Dirbêsiyê yê li ser sînorê Tirkiyê, hin kesan dest bi xebatên takekesî kirine ji bo alîkariya civakê bikin, ku yek ji wan xebatan ya terzîvan Şoreş Şêx Dawûd e ji gundê Qermanê ku 2000 mask amade kir û li xelkê bê pere belav kir. Ji bo hin zaneyariyên zêdetir di derbarî rewşa heyî de li wê herêmê û xebatên ku dibin, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mihemed Bişar re kir.

Li ser rewşa xelkê û civakê, rojnamevan Mihemed dibêje, rewşa xelkê di astengiyên abûrî de derbas dibe, lê belê civak û Rêveberiya Xweserî hewildanê dikin ku pîbarî hev rabin û alîkarê bidin kesên belengaz û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Wekî din jî wî anî ziman ku hin kesên din şopa terzîvan Şoreş Şêx Dawûd girtine û dest bi alîkariyê kirine da ku hinekî barê gel û rêveberiyê sivik bikin, û got : " qeheremaniya mezin ya mirovan di rojên wisa de diyar dibe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00


XS
SM
MD
LG