Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johns Hopkins: Hejmara Pêketîyên Korona ji 110 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 110 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 110,164,028 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 27,8 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 9,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 2,436,173 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 491,724 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 242,090 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 100 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4,888 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG