Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Cîhanê 200,000 Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê 200,000 derbaz kir.

Zanîngeha Johns Hopkins, ku pêzanînên vîrusa korona yên hemî welatan berhev dike, ragihand ku testa vîrusa korona ya 201,672 kesan pozîtîf derketiye.

Li gor agahdarîyên wê zanîngehê, vîrusa korona li tevahîya dinê 8008 kes kuştine.

Çîn bi 81102 pêketîyên vîrusa korona li rêza pêş e û li dû wê bi 31506 pêketîyan Îtalya tê.

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 di Berfanbara borî de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG